Ahmed el Şara li Washingtonê ye: Wê tevlî koalîsyona li dijî DAÎŞ'ê bibe!
Serokkomarê veguhêz ê Sûriyeyê Ahmed el Şara piştî ku Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ew ji lîsteya terorê derxist, ji bo serdaneke fermî çû Washingtonê.
Serokkomarê veguhêz ê Sûriyeyê Ahmed el Şara piştî ku Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ew ji lîsteya terorê derxist, ji bo serdaneke fermî çû Washingtonê.
El Şara ku par dawiya salê piştî hilweşîna rêveberiya Beşar Esad wezîfe dewr wergirt, tê payin ku bi Serokê DYE'yê Donald Trump re rûnê.
Her wiha tê payin ku di dema serdanê de Sûriye peymanekê îmze bike ku bi rengekî fermî beşdarî koalîsyona navneteweyî ya li dijî DAÎŞ'ê bibe ku DYE pêşengiyê jê re dike.
Rayedarên DYE'yê her wiha diyar kirin ku xwedî planekê ne ku nêzî Şamê baregeheke leşkerî ava bikin.
Sûriye piştî şerê navxweyî yê zêdeyî 13 salan dixwaze dest bi pêvajoya jinûve avakirinê bike. Tê texmînkirin ku ji bo jinûve avakirina Sûriyeyê jî pêwîstî bi zêdeyî 200 milyar dolarî hebe.